Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leon Panetta: Xewna Îraqekeke Azad û Serbixwe Bû Rastî


Leon Panetta: Xewna Îraqekeke Azad û Serbixwe Bû Rastî

Wezîrê Berevanî yê Amrîka Leon Panetta dibêje, xewna Îraqkeke azad û serbixwe bûye rastî, li vê demê ku Amerîka ber bi dawîbûna mîsyona xwe ya li wî welatî nêzîk dibe.

Birêz Panetta îro Pêncşemê di merasîmeke de, li Bexdayê axifî û got, ev “bûyereke dîrokî ye” hem jibo gelê Amerîka, hem jî jibo gelê Îraqê.

Leon Panetta her wiha got, leşkerên ku ji wê Îraqê derkevin zanin ku wan alîkarîya Îraqîyan kirîye ku dest bi rûpeleke nû ya, bê “zordarî” bikin û jibo aştî û dilxweşî pirtir geşbîn bin.

Wezîrê Berevanî yê Amrîka bîr anî ku gelek xûnên Amerîkî û Îraqîyan hatine rijandin.

Nêzîkî 4.500 hêzên Amerîkî û bi deha hezaran Îraqî, ji destpêbûna şer ya li sala 2003’an vir ve, li Îraqê hatine kuştin.

Rêzdar Panetta dîyar kir ku Îraq vê gavê bi xwe ji paşeroja xwe berpirs e, lê Amerîka, bi hebûna xwe ya xûrt ya dîplomatîk, dê her wekî şîrekekê girîng bimîne.

XS
SM
MD
LG