Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ciwan Nebî: Pêwistî bi Helbestên Evîndarî û Hezkirinê Heye


Helbestvan Ciwan Nebî ji sala 2006'an ve ta roja îro, siwarê helbesta xwe ye, ku bi xebatên xwe yên berfireh karîbû şêwazê helbesta xwe cîbicê bike di wêjeya kurdî de li Rojavayê Kurdistanê.

Dîwanê Ciwan di bin navê "Henaseyên te ku Xewna Çemekî" li Qamişlo hate weşandin, bi zimanekî kurdî nerim û tenik, ku Ciwan ji destpêka xwe ve vî zimanî bikar tîne, ku dike pira di nav kolana kurdî û zimanê wêjeyî de.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi Ciwan re kir di derbarî dîwana wî de û şêwaz û zimanê ku pê hatiye nivîsandin û di heman demê de jî babtên wê.

Ciwan dibêje: "Em ji çîrokên cengê û şer westiyan ne, pêdeviya me bi evîndariyê heye, ji ber wê min ev dîwan nivîsand."

Berhemên Ciwan :

1- Sar weke Tirsê, 2006

2- Li çepî xilmmaşiyê. 2010

3- Weke gulleyeke ku te nekuje, 2014

4- Henaseyên te ku xewna çemekî, 2018

please wait

No media source currently available

0:00 0:10:16 0:00

XS
SM
MD
LG