Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Awustralya Careke Din Qedexeya Derketina Kolanan Radigihîne


Karbidestên Awustralî dê îro Çarşemê danê êvarî derketina kolanan li bakûrê eyaleta herî tijî Melbourneyê jibo zêdetirî 300,000 kesan qedexe bike belavbûna vîrusa koronayê kontrol bike.

Ew biryar jiber zêdebûna hejmara tûşbûyan li Melbourne ya di nav du hefteyên dawî de hate girtin.

Awustralya di wê pandemîyê da ji gelek welatan baştir bû. Hejmara tûşbûyan nêzîkî 7,920, ya mirîyan 104 û ji 400’an kêmtir tûşbûyên aktîf hebûn lê bilindbûna rojên dawîyê da metirsîya pêleke duyê ya COVID-19ê zêde kir bi taybetî jî jiber nigeranîya ku welatên din dîyar kiriye.

Ji nîvê şevê pêve, zêdetirî 30 deverên girêdayî bajarê duyê yê herî mezin yê Awustralyayê dê bizivirin faza sêyan ya bergirîyan jibo kontrol kirina pandemîyê. Wateya wê ew e ku niştecî dê li malê bimînin ji bilî pêwistîyên wekî kiranî xwarinê, serlêdanên tendirustî, hatûçûya kar û werziş kirinê.

Karbidest dibêjin digel qedexeyan dê bi awayek xurt pişkînîn jî destpê bikin û ew hêvî dikin ku bigehin nîvê niştecîyên li herêmên di bin karîgerîya pandemîyê da. Bergirî di dema ku li seranserê eyaleta Victoria kontol tê sist kirin xwaringeh, cinema û salonên werzişê tên wekirin da dibe.

Victoria piştî 75 tûşbûyên roja Duşemê roja Sêşemîyê ji 20,682 pişkanînîn 73 tûşbûyên nû tomar kirine. Serokwezîrê eyaletê Daniel Andrews roja Çarşemê hişyarî da ku vegera qedexeyên berfireh li seranserî bajarî pêkan e.

Zêdebûna tûşbûyan li Victoria têkildarî bi karmendên hotêlan e ku geştîyarên zivirî protokola karantanîyê bi awayek rêkûpêk bicih neanîne. Û karbidestên eyaleta Victoria derbarê wê buyerê da lêpirsînek destpê kiriye.

Hinek eyaletên din û hinek herêmên Awustralyayê amadekarîya vekirina sînoran dikin lê jibo niştecîyên Victoria bergirîyên wekî sînorkirin û karantanîyê dê werin bikaranîn di dema ku demsala betlana dibstanan jî nêzîk dibe.

South Australia ku eyaleta pêncan ya herî şenîbar e, di meha borî de tenê sê tûşbûyên nû ragihandibûn. Lê jiber zêdebûna tûşbûyên vîrusa koronayê roja Sêşemê wê bernameya xwe ya jinûve vekirinê digel cihên din yê wî welatî betal kir.

New South Wales (NSW), eyaleta herî tiji ya Awustralyayê, jibo hemû kesên ji Victoria vaz ji girtina sînorên xwe anî, lê kesên ji herêmên sor betlanê dikin, -ku di bin rênmayên NSW destûr tune- dê bi 11,000 dolarên Awustralî werin ceza kirin anjî dê werin girtin heke werin dîtin, karbidestên eyaletê gotin.

Tûşbûyên eyaletê di şewekê da rabû 14an û hemû geştîyarên dizivirin tên karantîn kirin.

XS
SM
MD
LG