Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Rexneyên Ayasofya Ser Serwerîya Tirkîyê Êrîşek E


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê got ku rexneyên dijî wan yên Ayasofya ser serwerîya Tirkîyê êrîşek e.

Ayasofya ku wek sembola Stenbolê tê zanîn niha wek muzexanê ye, lê hikûmeya Tirkêyê dixwaze wê bike mizgeftekê.

Erdogan pêşnîyar kiribû ku statuya Ayasofya, ku wek Mîrasa Cîhanî ya UNESCO hatiye pejirandin, careke din bike mizgeft.

"Tawanbarîyên li dijî welatê me derbarê Ayasofyayê rasterast mafên me yên serwerîyê armanç digire," Erdogan got.

Ayasofya avahîyek e ku hem jibo împaratorîya Bîzans a Krîstîyan û hem jî bo împaratorîya Osmanî ya Misilman xwerdîyê roleke bingehîn bû û îro jî yek ji cîhê herî giring e yê Tirkîyê ku gelek gerok serdana wê dikin.

"Em ji dil xwedan biryar in ku mafên misilmanan ku olê piranîya niştecîyên welatê me ye û endamên hemû bawerî û olên din jî biparêzîn," wî di vekirina fermî ya mizgefteke din de, li Stenbolê got.

Dadgeheke Tirkî roja Pêncşemê dest bi nirxandina serîlêdneke kiribû ku dixwaze Ayasofya biqulipîne mizgeftekê û li ber e ew dadgeh di nav 15 rojan de birayara xwe eşkere bike.

Tirkîyê di destpêka vê hefteyê de gotibû ku ew ser daxuyanîya wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompe matmayî bû ku ji Erdogan xwestibû ku wê planê bi cîh neyîne.

Wezareta Derve ya Fransa jî roja Pêncşemê gotibû divê Ayasofya jibo hemî olan vekirî bimîne.

Ayasofya di sedsala şeşan de hatibû ava kirin û heta ku Osmanîyan sala 1453’an de bajarê Konstantînopolîs xistibû bin kontrola xwe, neh sed sal wek dêreke girîng ya Krîstîyanan xizmet dabû.

XS
SM
MD
LG