Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Norwêcîyek ku bo Îranê Sixûrî Dikir li Danimarka Tawanbar Hat Dîtin


Dadgeheke Danîmarkî îro Înê hemlatîyekî Norwêcî tawanbar dît, bi sedema ku sîxurî bo îstîxbarata Îranê kiriye û di planeke gumanbar ya kuştina dijberekî Îranî yê li Danîmarka cîh girtiye.

Hemwelatîyê Norwêcî di Cotmeha 2018an de piştî operasyoneke mezin ya polîsan hatibû girtin û Danîmarka jibo wê operasyonê hîngê sînorên xwe yên navnetewî bi demkî daxistibûn.

Norwêcîyê tawanbardîtî 40 salî ye û bi eslê xwe Îranî ye, lê dadgehê navê wî kesî eşkere nekir.

Dadgeha Herêma Roskilde di daxuyanîyekê de got ku çend rojên di dawîya Îlonê de, ew mirovê Norwêcî çavdêrîya mala penaberekî Îranî li Danîmarka kiribû, wêneyên wê male kêşabûn û herwiha wêneyên cade û rêûbarên derdorê wê malê jî girtibû.

Dadgeh giheşte wê encamê ku agahdarî hatibûn kom kirin û dabûn kesekî ku jibo îstixbarata Îranê kar dikir, da ku îstîxbarat wan agahîyan bo plana kuştina penaberê Îranî kar bîne.

Penaberê ku di daxuyanîyê de navê wî nehatîye gotin, serokê gruba berxwedana Erebên Îranê ye, ku wek Bizava Tekoşîna Ereb jibo Rizgarîya Ahvazê (ASMLA) tê zanîn.

Ji alîyê din ve, polîsên Danîmarkî sê endamên ASMLA û serokê wê jî di nav de, tawanbar kirine jiber sîxurîya wan bo îstixbarata Saudî û fînanse kirin û piştgirîya terorê li Îranê.

Tawanbarê Norwêcî hemî tawan red kirine, lê çavlirê ye ku dadgeha Danîmarkî îro Înê danê êvarê cezayan bide.

XS
SM
MD
LG