Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kanada Pirtir ji 100,000 Pêketinên Korona Radigihîne


Kanadayê bi fermî 100,000 tûşbûyên vîrusa koronayê dîyar kirin û her çend nexweşî kêm bibe jî pisporên tenduristîyê dibêjin zehmetîyên mezin mane.

Karbidest dibêjin ew amade nebûn jibo zû belavbûna pandemîyê li malên lênêrînê ku zêdetirî 80% mirin li wan deran çêbibûn.

Di dema ku 10 parêzgeh hêdî hêdî aboriyên xwe jinûve vedikin, bergirîyên girîng li du bajarên Kanadayê yên herî mezin, Montreal û Torontoyê di cih de dimînin.

Kanadayê bi kêmî ve 8.266 mirin tomar kirine û li gorî doneyên Reutersê tomar kirî ew di cîhanê de li rêza 12an e.

XS
SM
MD
LG