Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Tûşbûyên Korona li Kendavê 400,000'an Derbaz Dibe


Hejmara tûşbûyên vîrusa korona li şeş dewletên Kendavê yên Ereb di mehekê de du qat zêde bûye û ji 400,000'an borîye.

Hevdem, aborîyên herî mezin yên herêmê, qedexeya derketina kolanan ya dijî nexweşîyê wê hefteyê bi tevahî radikin.

Li gor Reutersê, ji şeva Çarşemê vir ve, hejmara tûşbûyan li wê herêmê giheşte 403,163'an, û ya hejmara mirîyan jî bûye 2,346.

Bi wî awayî, hejmara nû ji ya tûşbûyan ji hejmara 200,000 ya 27'ê meha Gulanê derbaz kir.

Hêlîna karsazîya herêmî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, êvara Çarşemê qedexeya derketina kolanan ya şevê rakir, ku di nîvê meha Adarê de hatibû danîn.

Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ew biryar dabû, bi sedema ku hejmara tûşbûyan di dawîya meha Gulanê da, ji 900an di wan hefteyên dawîyê de daketibû navbera 300-400'an.

Erebîstana Saudî ya cînar, ku bi pirtir ji 167,200 tûşbûyan û zêdetirî 1,380 mirîyan xwedî hejmara herî bilind ya herêmî ye, roja Yekşemê qedexeya derketina kolanan ya sê mehî bi tevahî rakiribû.

Ji dewletên Kendavê tenê Kuweytê hêşta qedexeya kolanan bi tevahî ranekiriye, Uman û Bahreynê ji dijî nexweşîyê wek beşek ji bergirîyan qedexeya derketina kolanan danenîbûn.

Sistkirina bergirîyan li seranserê herêma Kendavê cuda bû. Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Erebîstana Saudî berî hemûyan karsazîyên bazirganî, xwaringeh û firoşgeh vekirin.

Dubaî, ku aborîya wê girêdayî geştîyarî û firotinê ye, roja Yekşemê got ku ewê di 7'ê Tîrmehê de destûrê bide mêvanên bîyanî ku werin mîrgehê.

Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, ku Dubaî jî di nav xwe de digire, hêşta di asta federal de bizavek bi wî rengî dîyar nekiriye.

Qatar, ku li herêmê di hejmara herî bilind ya tûşbûyan de, di rêza duyê de ye, ragihand ku ewê di 1ê Tîrmehê de destûr bidin hatûçûya balafiran ji welatên kêm metirsîdar û bi awayek sînorkirî dê destûr bidin vekirina firoşgehan jî.

Di dewletên din yên Kendavê da qedexeya ser geştîyarên bîyanî hêşta didome.

XS
SM
MD
LG