Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin, Ruhanî û Erdogan Dibêjin Kêşeya Sûrî bi Dîyalogê Çareser Dibe


Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro Çarşemê ji hevtayên xwe yên Tirk û Îranî re ku got ku di navbera hêzên dijber yên şerê navxweyî yê Sûrîyê de pêwistî bi dîyalogeke aştîyane heye.

Putîn herwiha got ku bingehên terorîzmê hêşta li Îdliba Sûrîyê û herêmên din maye.

"Divê dîyalogek berfireh di nav Sûrîyan de, di çarçoveya komîteya qanûna bingehîn li Cenewrêyê, bi awayekî aktîf were destek kirin. Ez piştgirîya wê pêvajoyê pêşnîyar dikim ku alîkarîyê bide beşdarvanan ku bicivin û dest bi dîyalogeke rasterast bikin.”

Serokê Tirkêyê Rdcep Tayyîp Erdogan jî got ku tiştê herî girîng jibo Sûrîyê çareserîyeka mayînde ye bo pevçûnan û bidestxistina aramîyê û parastina yekîtîya sîyasî û yekbûna axa Sûrîyê ye.

"Em dê berdewam her tiştê ku ji destê me were bikin da ku cînarê me Sûrîye aştî, ewlehî û aramîyê peyda bike."

Serokê Îranê Hesen Ruhanî jî dîyar kir ku hebûna hêzên Amerîkî li Sûrîyê "nêqanûnî" ye û divê ew demûdest ji wî welatî derkevin. Wî herwiha soza destekdayîna hikûmeta qanûnî ya Beşar Esad kir.

Di şerê neh salî yê Sûrîyê da Rûsya û Îran alîgirên bîyanî yên sereke ne jibo hêzên Serok Beşar Esedî û Tirkîye jî piştgirîya şervanên dijber dike.

Di çarçoveya pêvajoyeke dîplomatîk de, ku 2017ê destpê kiribû, ew lihevhatibûn ku bo kêmkirina şerî bixebitin.

Her sê welat di dawîya vîdyokonferansekê de daxuyanîyek hevbeş weşand. Rûsya, Tirkîye û Îran giheştin wê biryarê ku ji kêşeya Sûrîyê re ti çareserîyên leşkerî tunene û ew kêşe dê tenê bi pêvajoyeke sîyasî were çareser kirin.

Her sê rêber herwiha pêşwazîya civîna komîteya qanûna bingehîn ya Sûrîyê kir ku di meha Tebaxê de tê darxistin.

Wan biryar da ku civîneke sê alî ser Sûrîyê li Îranê li dar bixin lê li ser dîroka wê ti agahî nehat dayîn.

Li gor daxuyanîya hevbeş, her sê welat ji bilî kêşeya Sûrîyê, hevbîr bûn ku hevkarîya xwe ya aborî jî pêşve bibin.

Piştî ku tundîyên li Sûrîyê nêzî mîlyonek kes bê cîh û war kir, Tirkîyê û Rûsya li hev hatin ku di meha Adarê da li herêma Îdlibê ya bakurê rojavayê Sûrîyê pevçûnan rawestînin.

Wê mehê firokên leşkerî gundên herêma di bin destê sehildayan da bombebaran kiribûn.

Serokê Amerîka Donald Trump sala borî gotibû ku ewê leşkerên xwe ji bakurê Sûrîyê vekişînin. Washingtonê hin bingehên leşkerî li wî welatî hêlabûn, lê piranîya operasyonên xwe rawesantandibûn.

XS
SM
MD
LG