Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY jiber Destdirêjîya Seksî Du Karmendên Xwe ji Kar Dûr Dixe


FILE - U.N. peacekeepers in an armored personnel carrier lead a patrol from Bentiu toward the village of Nhialdiu, South Sudan, Dec. 7, 2018.
FILE - U.N. peacekeepers in an armored personnel carrier lead a patrol from Bentiu toward the village of Nhialdiu, South Sudan, Dec. 7, 2018.

Neteweyên Yekbûyî (NY) du xebatkarên hêza aştîparêz ya li Rojhilata Navîn jiber destdirêjîya seksî ji kar dûrxistin

Berdevkekî NY got ku du karmendên mêr yên hêza aştîparêz li Rojhilata Navîn ji kar hatin dûrxistin, piştî di lêpirsînê de dîyar bû ku wan destdirêjîya seksî kiriye.

Ofîsa lêpirsîna navxweyî ya NY da destpê kirin piştî ku vîdyoyek li ser medyaya civakî belav bûbû.

Di wî vîdyoyê de jinekê li pişta maşîneyeke bi nîşana NY ya li Tel Avivê lingên xwe bi zilamekê ve alandibûn.

"Du zilamên endamên karmendên navnetewî yên ku li Tel Avivê li maşîneya Neteweyên Yekbûyî bûn, hatîne dîtin ku destdirêjîya seksî kirine," Stéphane Dujarric, berdevikê Sekreterê Giştî Antonio Guterres got.

Dujarric got ku li gor malpera wan, di vîdyoyê de karmendên Rêxistina Çavdêrîya Agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî (UNTSO) ku bingehê vê li Kudsê ye, xuya dibûn.

UNTSO, jibo şopandina mîsyonên li başûrê Lubnan û Girên Golanê çavdêrên leşkerî dabîn dike.

Dujarric bi berdewamî got ku jiber cidîbûna îdiayan, ew her du kes heta ku encama lêpirsîna wan zelal be, ji kar hatine dûrxistin

Dema jibo şirovekê lê hat pirsîn, berdevikê UNTSO got ku ew hevbîrê gotinên Dujarric e.

UNTSO berê gotibû ku dîmenên nav vîdyoyê gelek kirêt e û dijî hemî tiştên ku ew diparêze ye.

XS
SM
MD
LG