Rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî di 2’ê Cotmehê de jibo hin belgeyên zewacê çûbû Konsulxaneya Erebistana Saudî ya li Stenbolê.
Piştî ku Xaşiqcî dikeve hindurê konsulxaneyê, êdî ti agahî ji wî nayê sitandin. Dû re dergustîya wî ji cîhanê re ragihand ku ew hinda bûye.
Serokê Komela Medya ya Tirk û Ereb, Turan Kişlakçi jî îdia kir ku Xaşiqcî hatiyê kuştin.
Karbidestên Erebîstana Saudî van tawanan red dikin û dibêjin Xaşîqcî ji konsulxaneyê derketiye. Prens Mihemed Bin Selman jî sûcdarî red kir û got li konsulxaneyê dikarin lêkolîn werin kirin.
Piştî van gotinan, konsulxanê derîyên xwe jibo ajansa Reutersê vekir û xwest ku gotinên dijî wan bişkînin. Herwiha konsulxanê got ku kamerayên wan qeyidan nagirin.
Dîsa ajansa Reutersê îdîaya derbarê mirina Xaşiqcî de got ku ji Erebistana Saudî tîmeke 15 kesî hatiye Tirkîye, paşê ev çûye konsulxanê û di heman êvarê de vegerîye. Polîsên Tirk niha hewil didin ku nasnameya van kesan dîyar bikin.
Serokomarê Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan got ku ew nikarin vê bûyerê wiha bihêlîn.
“Pêdivî ye Erebîstana Saudî vê bûyerê eşkere bike. Konsulxanê bi gotina “ji vir derket” nikare xwe rizgar bike. Pêwîst e derketina wî ya ji konsolxanê were îsbat kirin.”
Hêjayî gotinê ye ku heta niha li ser hindabûna Xaşiqcî tenê lêpirsîn hatiye vekirin, lê ti binçavkirin û girtin çênebûne.