Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kalîfornîya jiber Korona Fermana Mayîna li Malê Derxist


Walîyê Kalîfornîya Gavin Newsom, wek hewila pêşîgirtina belavbûna vîrusa korona ferman derxist ku rûniştvanên wê eyaletê bi awayê mecbûrî li malê bimînin.

Newsom got ku rûniştvan dê biryarê bi cîh bînin û ew bawer nake ku jibo bicîhkirina fermanê pêwîstî bi polîsan hebe.

“Ferman hate îlan kirin, jiber ku hikûmeta wan pêşbînî dike ku ji sedî 56ê nifûsê dê tûşî vîrûsê bibe. Ji wan, ji sedî 20 dê bikevin nexweşxaneyê, ku kapasîteya wan bi 19,543 nivînan derbaz dibe.”

Newsom da zanîn ku di destê wan de 416 nexweşxane û 78,000 nivîn hene, û ew dikarin 10,000 lê zêde bikin.

Wî hişyarî da ku heke ji wan 10,000an pirtir mirov tûşî COVID-19 bibe êdî ew nikarin wan nexweşan li nexweşxaneyan bi cîh bikin.

Li gor fermana nû, nêzîkî 40 mîlyon rûniştvanan Kalifornîya, ji bilî îstasyonên gazê, dermanxaneyan, firoşgehan, bankan û cîhên kincşûştinê wê nikaribin derkevin kolanan.

Kalîfornîya yek ji wan istanên Amerîka ye ku ji korona bandorên zêde dîtiye û pirtir ji 1.000 kes tûşî wê vîrusê bûne û bi kêmî ve 18 kes jî mirine.

XS
SM
MD
LG