Peyvdarê fermî yê Koalîsyona Navneteweyî Kolonêl Myles Caggins bi civîneke çapemeniyê ya hevbeş bi Hêzên Sûriya Demokratîk re ragihand ku erka wî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi dawî bû.
Îro girêdayî bidawîbûna erka berdevkê Koalîsyona Navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê colonel Myles Caggins , civîneke çapemeniyê ya hevbeş bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re hate lidarxistin.
Civîna çapemeniyê li bingeha koalisyonê li Bendava rojhilatê Hesekê bi beşdariya berdevkê ragihandinê yê HSD`ê Mistefa Balî û berdevkê fermî yê Koalîsyona Naveneteweyî colonel Myles Caggins pêkhat.
Peyvdarê ragihandina HSD`ê Mistefa Balî di destpêka civînê de axivî û wiha got: "Piştî salekê û 4 mehan ji karê hevbeş bi colonel Myles Caggins re, erka wî bi dawî bû û dê vegere welatê xwe."
Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Miles Caggins jî wiha got: "Beriya 6 salan, hêzên Koalîsyona Navneteweyî ji bo şerê li dijî rêxistina terorîst (DAIŞ) hate damizrandin. Ji 10`ê Îlona 2014`an de me 7 milyon mirov û 110 hezar km2 erdên dagirkirî, rizgar kirin."
Caggins piştrast kir ku dê cîhan ji bîr neke ku lehengê rasteqîn li dijî rêxistina DAIŞ`ê, Hêzên Sûriya Demokartîk (HSD) ye û got: "HSD`ê ji bo tunekirina DAIŞ`ê ji Reqayê heta Rimêlanê û ji Amûdê heta Besrayê, hêza xwe kir yek û DAIŞ têk bir."
Myles Caggins wiha lê zêde kir: "DAIŞ`ê zirar da malbat û hevalên we. Hinek ji we jî ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ`ê û hikumeta El-Esed û şerê wan li dijî sivîlan, xwedî birînên kûr in."
Myles, di dawiya axaftina xwe de got: "Em bi HSD`ê re hevkar in û heta tunekirina DAIŞ`ê bi temamî em ê piştgiriya HSD`ê bikin. Her wiha ji bo xurtkirina ewlehiya sînor û pêşîgiritna derbasbûna DAIŞ`ê di sînorê Sûriyê-Iraqê re, em bi hêzên Iraqê re kar dikin."
Di dawîya axaftina xwe de colonel Myles Caggins bi rengekî pirr hestîyar xatir ji xelkên rojava û bakûrê sûrîyê xwest , û ew girîya dema xatir ji hevkarên xwe yên HSD'ê xwest.