Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Misir Mêvandariya Lûtkeyeke Aştiyê Li Dor Şerê Îsraîl û Hemasê Dike


Rojnamevan li ekraneke mezin temaşe dikin ku tê de kuLûtkeya Aştiyê ya Navneteweyî ya ku ji hêla serokê Misrê ve di 21ê Cotmeha 2023an de li Qahîreyê hat lidarxistin.
Rojnamevan li ekraneke mezin temaşe dikin ku tê de kuLûtkeya Aştiyê ya Navneteweyî ya ku ji hêla serokê Misrê ve di 21ê Cotmeha 2023an de li Qahîreyê hat lidarxistin.

Bi dehan serkirde û berpirsên Ereb, herêmî û navnetewî îro Şemiyê li Qahîra ya paytexta Misirê lûtkeyeke aştiyê lidar dixin di hewla bidawîanîna şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de.

Rêberên Ereb roja Şemiyê bombebarana Îsraîlê ya du hefteyî li ser Xezayê şermezar kir û daxwaz kir ku hewildanên nû ji bo gihîştina lihevhatineke aştiyane ya Rojhilatê Navîn ji bo bidawîanîna çerxa tundûtûjiyê ya bi dehan salan di navbera Îsraîlî û Filistîniyan de were kirin.

Şahê Urdunê Ebdullah di lûtkeye bilez de ku bi navê Lûtkeya Aştiyê ya Qahîrayê hat lidarxistin axivî, bêdengiya cîhanî ya li hember êrîşên Îsraîlê li ser navçeyên dorpêçkirî şermezar kir û daxwaz kir ku nêzîkatiyek wekhev ji nakokiyên Îsraîl û Filistînê re hebe.

Wî got,"Divê serkirdayetiya Îsraîlî baş zanibe ku dewleteke li ser bingehê neheqiyê were avakirin, tu carî pêş nakeve... Divê peyama me ji Îsraîliyan re ew be ku em ji bo we û Filistîniyan paşerojeke aram û ewlehiyê dixwazin. "

Serokê deshilata Filistînî Mehmûd Ebbas got ku Filistînî dê ji cih û war û axa xwe neyên derxistin.

Wî di lûtkeyê de got, "Em dernakevin, em dernakevin."

Serkirdeyên Rojava, di nav de jî Frensa, Almanya û Kenedayê, kiryarên grûpa Hemas şermezar kirin û nîşan dan ku Îsraîlê mafê berevaniya li herbmer êrîşên Hemasê heye.

Wan got, divê şerê li dijî Hemasê berdewam bike, lê di heman demê de divê Îsraîl sivîlan biparêze.

Îsraîlê soz daye ku ew ê grûpa mîlîtan a Hemasê ya Xezayê "li ser rûyê erdê" tune bike, piştî êrîşa li ser başûrê Îsraîlê ku di 7ê Cotmehê de 1,400 kes kuştin, êrîşa çekdarên Filistînî ya herî kujer di dîroka Îsraîlê de bû.

Wê got ku wê ji Filistîniyan re gotiye ji bo ewlehiya xwe biçin başûrê Xezayê.

Lûtkeya Qahîrayê hewl dide ku rêyên pêşîlêgirtina şerekî berfireh ê herêmî bibîne, tevî ku tê çaverê kirin rêberên Rojhilatê Navîn û Ewropî yên kombûyî ku ji bo lihevkirina helwesteke hevbeş li ser nakokiya di navbera Îsraîl û mîlîtanên Hemas de zehmetiyan bibînin.

XS
SM
MD
LG