Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Agirên Berdewam yên Daristanên Kalîfornîya de, Pirtir ji 200 Kes Hinda Ne


Karbidestên Amerîkî îro Duşemê ragihand ku jiber agirên berdewam yên di nav daristanên Kalîfornîya de, pirtir ji 200 kes heta niha hinda ne.

Di şewata Camp Fire 40 de ku wek şewata herî kujer û wêrenkar ya dîroka Kalîfornîya tê pejirandin, bi kêmî ve 31 kes hatine kuştin û pirtir jî mîlyoneke kes jî ji maên xwe hatin derxistin.

Di wê şewatê de ku li bakurê rojavayê bajarê Sacramento derketibû, ji 6,700 zêdetir xanî û firoşgeh li bajarokê Paradise şewitîn.

Şerîfê devera Butte County Kory Honea ragihand ku heta niha derheqa rewş herî kêm 228 kesan ti agahî di destê wan de tuneye.

Li başûrê Kalîfornîya jî, di şewata Woolsey Fire de 85,500 donim erd bi agir ket û 177 xanî şewitîn û heta niha tenê 15 ji sedê şewatê hatiye kontrol kirin.

Di wê agirê de jî heta niha, herî kêm 2 kes hatine kuştin û li deverên Ventura County û Los Angeles County û bajarokê Malibu ya ber deryayê 250 hezar kes ji warên xwe hatine derxistin.

Walîyê Kalîfornîya Jerry Brown daxwaz ji Serokê Amerîka Donald Trump kir ku rewşa awarte ragihîne ku vemirandina êgir, gîhandina alîkarîya bo rûniştvanên herêmê bi karîgerî were kirin.

Trump, li ser Twitterê hikûmeta Kalîfornîya rexne kir ku sedema derketina şewatan rêvebirina xirab ya daristan e.

XS
SM
MD
LG