Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

California û Florida Sistkirina Tedbîrên Dijî Korona bi Dawî Dikin


Li California
Li California

Eyaletên Amerîka yên lê pêketîyên vîrusa korona jinûve zêde dibin, sistkirina tedbîran bi dawî dikin.

Karbidestên California, Florida û Texasê tedbîrên nû ragihandin.

Walîyê California Gavin Newsom ferman da ku li 7 herêman bar werin girtin ku di nav wan herêman de Los Angeles jî heye.

Berpirsên Florida û Texasê roja Înê ferman dabûn ku bar werin girtin.

Li Texasê raftîng hat qedexe kirin û li Florida hin berav jî dê girtî bimînin.

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence çalakîyên hilbijartinê yên li Florida û Arizona betal kirin.

Vîrusa korona li Amerîka ketiye canê pirtir ji 2,5 mîlyon kesan û pirtir ji 125,000 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG