Dibistanên li Los Angeles û San Diego yên eyaleta California jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona biryar dan ku dersên onlayn bidomînin.
Li ber bû ku dibistanên li California di 18’ê Têbaxê de vebûna, lê jiber belavbûna vîrusa korona dibistanên li Los Angeles û San Diego dê heta ‘’demeke nedîyar’’ dersên onlayn bidin.
Bi tenê li Los Angelesê, xênji xwendekarên zanîngehê 500,000 xwendekar hene.
Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Amerîka pirtir ji 3,3 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û hejmara mirinên ji wê vîrusê jî 135,000 derbaz kiriye.