Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Serdana Helsinkî Ciyê Serokê Berê yê Katalonya Nediyar E


Carles Puigdemont, serokê berê yê herêma Katalonya
Carles Puigdemont, serokê berê yê herêma Katalonya

Îspaniya daxwaza desteser kirina Carles Puigdemont serokê berê yê herêma otonom ya Katalonya ji desthilata Finlandî dike, polîs dibêje wan pêzanînên zêdetir ji Îspaniya divên bi armanca desteser kirinê.

Carles Puigdemont yê ku, li welatê Belcîka li Bruksel dimîne, roja Pêncşem û Înê bi seredanekê li Finlanda bû, li gûr daxwaza endam parlamenên Finlandî wî li zanîngeha Helsinkî semînarek pêşkeş kir bû, nayê zanîn kanê hêj li Finlanda dimîne yan derketiye.

Mikko Karna, endam parlamenê Finlandî yê ku, semînera Carles Puigdemont rêxistî gotîye kenalên mîdyayê, ji roja Înê ew nizanin kanê Puigdemont li ko derê ye.

Berpirsên Finblandî didin zanîn ku, ew nizanîn kanê Îspanya fermana girtina Carles Puigdemont li gûr pîvanên welatên Schengen ê daxwaz kirîye yan na, jiber wê yekê ew pêzanîn di dest wan de nînin kanê bi çi awayî û li gûr kîjan şert û mercan Puigdemont desteser bikin, eger ku hêjî li ser axa Finlanda mabe.

Wek tê zanîn sala burî 2017an herêma Katalonya rêferanduma serxwebûnê encam dabû, lê hin berpirsên Katalonya bi tawana perçe kirina welêt, hat bûn girtin û serokê wî çaxî yê Katalonya reviya bû Bruksel, desthilata Madrîd daxwaza radestkitrnê dike.

XS
SM
MD
LG