Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Herêma Kurdistanê Êdî Divê Otobusên Xwendingehan Kamereyan Deyînin


Dîmenek ji bajarê Duhokê
Dîmenek ji bajarê Duhokê

Wezareta perwerdeyê li Herêma Kurdistana Îraqê biryar da ku hemû otobusên veguhestina xwendekaran êdî kamerayan çavdêrîyê jibo selametîya xwendekaran deyînin.

Derbarê vê mijarê kombûnek di navbera komîteya perwerdeyê li parlemana Herêma Kurdistanê û rêvebirî û sazîyên perwerdeyê de lidar ket. Civîn derbarê peydakirina mekanîzmekê bû jibo çareserkirina gilîyên malbatên hinek xwendekarên ku ji danûstandina şoferên otobusan bi xwendekaran re nerazîbûn.

Gulistan Ebdulrezaq endama perlemanê Kurdistanê û endama komîteya perwerde û xwendina bilind behsa çend xalên girîng yen vê kombûnê dike ku di berjewendîya xwendekar û malbatên wan de bin.

Ew dibêje şofêrên xwendekaran vediguhêzin divê bingehên polîsan û rêvebirîya xwendingehên wê taxê hemî pêzanîn li ser hebin.

Raporta Selam Balayî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:21 0:00
XS
SM
MD
LG