Parlamana Tirkîyê îro Sêşemê dawî li parlamanterîya Partîya Karkeran ya Tirkîyê (TÎP) yê Hatayê Can Atalay anî.
Biryara Dadgeha Bilind ya Pêdaçûnê ya Tirkîyê (Yargitay) ji alîyê cîgirê serokê parlamana Tirkîyê Bekîr Bozdag ve, di Civata Giştî ya meclîsa Tirkîyê de hate xwendin û Atalay ji posta xwe hate dûrxistin.
Yargitay mehkûmkirina Atalay, ku di Doza Gezî de 18 sal cezayê zindanê ji wî re hatibû dayîn, erê kiribû, lê ew biryar heta niha li meclîsê nehatibû xwendin.
Atalay di hilbijartinên 14’ê Gulanê de ji Hatayê hatibû hilbijartin, lê tevî biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê (AYM) ji girtîgehê nehatibû berdan ku parlameterîyê bike.
TÎP, ku di bin banê HDP ketibû hilbijartinê, di hilbijartina 14'ê Gulanê de 4 kursî bi dest xistibûn.