Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kanada jibo Mexdurên Erdhejê 20 Mîlyon Dolarên Din Dişîne Tirkîye û Sûrîyê


Hikûmeta federal ya Kanadî îro Înê ragihand ku ewê 20 mîlyon dolar alîkarîyên din bişîne herêmên erdhejî yên Tirkîye û Sûrîyê.

Wezîrê Pêşvebirinê yê Navnetewî yê Kanadî Harjit Sajjan got ku ewê 10 mîlyon dolar bidin sazîyên mirovahîyê û 10 mîlyon dolarên din jî raberî Xaça Sor ya Kanadî bike.

Daxuyanîya Kanada ya pirtir alîkarî piştî banga Neteweyên Yekbûyî tê ku ji dewletên dewlemend xwestibû ku pirtir alîkarîy bişînin herêmên erdhejê.

Dîsa, komeke parlamanterên Kanadî jî ji hikûmetê xwestibû ku kiribû.

Reuters roja Pêncşemê ragihandibû ku hejmara mirinên ji erdhejên li Sûrîye û Tirkîyê giheştiye nêzî 50 hezarî ku 43,556 ji wan li Tirkîyê ne.

XS
SM
MD
LG