Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kanada ji Ukrayna re Roketên Bê Çek Dişîne


Civîneke Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau ligel Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy. (Wêne ji arşîvê ye).
Civîneke Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau ligel Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy. (Wêne ji arşîvê ye).

Wezîrê Berevanî yê Kanada Bill Blair îro Pêncşemê got ku ewê di demeke nêzîk de 2000 roketên bê çek ji Ukrayna re bişîne.

Blair dîyar kir ku pêdivîya wan bi wan roketan tune ye û got ku pisporên Kanadayî çend mehên dawî li ser wan roketên bi Serik xebitîne ku ew bi awayekî ewle bişixulin.

Berdevkekî Blair bi rêka e-mailê dîyar kir ku ewê Kanada hin serikên şer bide Ukrayna, lê zêdetir hûrgilî neda.

Kanada 29 stasyonên şer yên çêkirina Almanya û 130,000 cebilxaneya çekên sivik ji Ukrayna re dişîne.

Rûsya, Sibata 2022’an dest bi dagirkirina Ukrayna kir û ji wê çaxê vir ve Kanada alîkarîya pirtir ji 10,2 mîlyar dolarî daye Kîevê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG