Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kanada Ceza Datîne Ser 17 Welatîyên Erebistana Saudî


Wezîra Derve ya Kanada Chrystia Freeland
Wezîra Derve ya Kanada Chrystia Freeland

Kanada ragihand ku ew ceza datîne ser 17 welatîyên Erebistana Saudî, bi gumana ku peywendîya wan bi kuştina rojanamevan Cemal Xaşiqcî heye.

Hat ragihandin ku prense cîgir Mihemed bîn Salman ne di nav lîstê de ye.

Wezîra Derve ya Kanadî Chrystia Freeland di kombûna G20 de, li Buenos Aires ya Arjantînê got ku ev ceza dê hebûna diravî ya wan 17 kesan li Kanada bicemidîne û ev kes wê nikaribin werin Kanada.

“Heta ku xem û fikarên Kanada hene, ev dosye nayê girtin. Divê, kesên ku berpirsên kuştian Xaşiqcî ne, werin girtin û radestî sîstema dadwerî werin kirin.”

Freeland got ku pêdivî bi vekolîneke navnetewî ya serbixwe û pêbawer heye, lê daxuyanîyên Erebistana Saudî ta niha ne cihê baweriyê ne.

XS
SM
MD
LG