Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheke Tirk 9 sal û 8 Meh Cezayê Zindanê li Canan Kaftancioglu Birî


Dadgeheke Tirk îro Înê, bi sedema biçûkxistina serokê Tirkîyê û belavkirina propogandaya terorê, 9 sal û 8 meh cezayê zindanê li seroka Partîya Gel ya Komarî (CHP) ya Stenbolê Canan Kaftancioglu birî.

Kaftancioglu yek jî dengên herî xurt ya nav partîya xwe ye û ew bi opozîsyona xurt ya hember partîya desthilatdar, Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) tê zanîn.

Kaftancioglu herwiha bi biçûkxistina dewleta Tirk û karmendên dewletê, belavkirina dijmintî û nefretê hat tawanbar kirin ku piranîya wan ji twîtên wê yên di navbera 2012 û 2017’an pêk tên.

Kaftancioglu piştî eşkerekirina biryarê li pêş avahîya dadgehê got ku ew biryar wê nikaribe wê bêdeng bike.

“Ne hun, ne jî ez hêjayî vî cezayê ne. Ger dadgeh biryareke ne li gor qanûnê û bi mebestên sîyasî be, hîngê dîyar dibe ku li wî welatî qanûn nemaye. Dozên ku têne vekirin ne li dadgehan, lê li odeyên qesira seroktîyê têne vekirin,” wê ji nûçegîhanan re got.

Hêjayî balkşandinê ye ku Kaftancioglu di serketina CHP'ê ya hilbijartina bajarvanîya Stenbolê de roleke girîng lîstibû û partîya AKP'ê ya Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan pişgtî 25 salan rêvebirîya wî bajarî ji dest berdabû.

XS
SM
MD
LG