Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seroka Slovakya Bang li Rûsan Dike ku Şerê li Ukrayna Rewestînin


Zuzana Caputova
Zuzana Caputova

Seroka Slovakya Zuzana Caputova îro Sêşemê di peyameke vîdyoyî de bang li leşkerê û fermandarên Rûsî kir ku şerê li Ukrayna demûdest rawestînin.

Zuzana di mesaja sê deqeyî de bi zimanê Rûsî tawanên şer yên dijî jin, zarok û sîvîlan şermezar kir.

“Hun bi axaftina derheqa azadîyê, dagirkirinê rewa dikin. We çawa dixwest ku Tatiana ji Irpin rizgar bikin ku bi narîncokên Rûsî, bi du zarokên xwe re hatine kuştink? Yan jî Olena ya ji Hostomel, ku li trombîlekê bû armanca destdirêjîya yek ji we?”

Caputova bi berdewamî got ku bi derbazbûna her rojekê kesên birîndar yên ji jin, zarok û kesên masûm zêdetir dibin.

“Ku di hinsurê we de hinek mirovahî mabe, wê yek îbînin jîyanê û dawî li vî şerê hovane bînin,” Caputova got.

XS
SM
MD
LG