Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon Hizra Şandina Leşkerên ji Ser Tixubê Meksîka Dike


Karbidestekî Amerîkî ji VOA re ragihand ku Pentagon hizir dike bi bi sedan leşker bişîne ser tixubê başûrê Amerîka ya ligel Meksîka.

Wî karbidestî got ku hejmara leşkeran hîn ne dîyar e jiber ku ewê ser daxwaza Wezareta Ewlehîya Navxweyî (Department of Homeland Security) biryarê bidin.

Heman karbidestî got ku ew leşker dê piştgirîya nobedarên sînorî bikin.

Jêderên xwecîhî radigihînin ku di rewşa heyî de dora 2000 endamên Zerevanîya Netewî (National Guard) li herêmê ne.

Serok Trump îro gotibû ku ewê leşkerên Amerîkî bişîne ser sînor ku rê li ber karwana mirovan bigire ku ji Amerîkaya Navîn ber bi Welatên Yekbûyî yên Amerîka tê.

Trump ew karwana ku 1600 km ji tuxubê Amerîka dûr e, wek “tengavîya netewî” bi nav kiribû.

"Ez jibo vê tengavîya netewî, leşkerîya Amerîkî tînim herêmê. Ew karwan dê were sekinandin!" Trump îro ji hesaba xw eya Twitterê nivîsîbû.

XS
SM
MD
LG