Serokê nû yê Komîteya Peywendîyên Derve ya Civata Senatoran, Ben Cardin roja Pêncşemê got ku ewê pêdeçûna ser daxwaza Tirkîyê ya kirîna jetên F-16 bike, ku serokê berê yê komîteyê demeke dirêj e pêşîya wê daxwazê digirt.
Wî, rojeke piştî destpêkirina karê nû ji rojnamevanan re got ku ewê li ser jimareke mijarên girîng bi rêvebirîyê re bipeyîve.
Carden got ku wî serlêdana Swêdê ya bo endamtîya NATO’yê, roja Çarşemê di civîna balyozên hevbendîyê de bi karbidestên Tirk re nîqaş kir.
"Ew dibêjin ku mijara serlêdana Swêdê wê di destpêka Cotmehê de çareser be. Ger ev tişt rast derkeve, hîngê pirsgirêka NATO çareser dibe, lê hin babetên din jî hene ku di seranser vê pêvajoyê de li benda çareserkirinê ne."
Serokê berê yê yê Komîteya Peywendîyên Derve ya Civata Senatoran Bob Menendez ew çend meh in ku firotina F-16’an ji Tirkîyê re asteng dikir.
Menendez jiber sedema dijberîya Tirkîyê ya tevlêbûna Swêdê ya NATO’yê, tomara xirab ya Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ya ser mafê microvan û girjîya Enqerê ya bi cîrana wê Atîna re nedihişt ku firotina F-16’an pêk were.
Civata Senatoran Menendez neçar kiribû ku dest ji karê xwe yê seroktîyê komîteyê berde, piştî ku dozgeran ragihandibû ku wî û hevjîna wî Nadine Menendez rûbirûyê tawanên wergirtina bertîlê ne.