Wezîrê Berevanî yê Amerîka Ash Carter got, êrîşên esmanî yên Rûsî li Sûrîyê "îhtîmaleke xurt e” li DAIŞê nexist.
"Wiha xuya dike ku êrîşên esmanî yên Rûsî li deverên bin kontrola DAIŞê nekirine armanc," Carter got.
Jêderekî Pentagonê ku nexwest navê wî eşkere be, ji Dengê Amerîka re got ku DAIŞ li dora bajarên Raqqa û Helebê û li rojhilata Derezor kom bûye.
“Li Humsê ku firokên Rûsî lê xistine gelek serhildayên dijî rejîma Esad hene û ew yek ji me re dibêje ku êrîşên esmanî yên Rûsî ne dijî DAIŞê ne,” heman jêderê berevanîyê got.
Wezîrê Derve yê Fransî Laurent Fabius jî li New Yorkê ji rojnamevanan re li ser êrîşên Rûsî peyîvî.
“Nîşane hene ku Rûsan DAIŞ nekir armanc. Tiştê me fem kirî ew w ku cîhên lêxistî ne deverên ku di destê wê koma tundrê ne.”