Wezîrê Berevanî yê Amerîka Ash Carter îro li Hewlêrê ligel Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî kom bû.
Carter ku çend roj in li Rohilata Navîn e, îro sibe demek zû giheşt Hewlêrê.
Carter di hevdîtina xwe ya ligel Barzanî de pesna pêşmergeyan da ku di şerê dijî DAIŞê de, bi hevkarîya êrîşên esmanî yên Amerîkî serkeftinên girîng dest dixin.
Carter dubare kir ku Amerîka, di şerê dijî DAIŞê de, bi rêka Bexda, wê bi berdewamî piştgirîya Kurdan bike.