Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Carter Di Seredaneke Neragihandî de li Îraqê ye


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Ash Carter bi awayekî neçaverê seredana Îraqê kir ku vê demê dijî DAIŞê şer dike.

Carter îro zû giheşt Bexda. Li ber e ew li Bexda bi Serokwezîrê Îraqî Heyder Abadî û Wezîrê Berevanî Khaled al-Obeidi û çend karbidestên din re hevdîtinan bike.

Carter wê herwiha bi rêberên Sunnî re jî bicive ku Washington niha hewil dide di şerê dijî DAIŞê de piştgirîya wan misoger bike.

Artêşa Îraqê, çeverê ye di demeke nêîzk de dest bi operasyoneke berfireh li ser Ramadî bike ku bajêr ji destê DAIŞê derxîne.

Bajarê Ramadî bê şerkirin û berxwedayîna artêşa Îraqê ketibû destê DAIŞê û Carter ew yek bi tundî rexne kiribû.

XS
SM
MD
LG