Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Carter bo Xurtkirtina Şerê Dijî DAIŞ'ê li Îraqî Ye


Carter li Bexda ji alîyê General McFarland ve hat pêşwazî kirin
Carter li Bexda ji alîyê General McFarland ve hat pêşwazî kirin

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Ash Carter îro Duşemê li Îraqê ye ku derheqa xurtkirina şerê dijî DAIŞ'ê de li Îraq û Sûrîyê, bi fermandarên Amerîkî û karbidestên Îraqî re hevdîtinan bike.

“Em li rêkên nû digerin ku ji erdê heta esamanê çawa dikarin şerê dijî DAIŞ'ê xurtir bikin. Di rojên pêş de li benda pirtir tiştan bin," Carter got.

Carter geşbînîya xwe dîyar kir ku we Qesra spî pêşnîyarên wan yên ser şerê dijî DAIŞ'ê qebûl bike.

Wî dîyar got, hêzên nû yên Amerîkî li erdê wê bandoreke karîger bike, lê ew nikarin cîhê hêzên xwecihî bigirin.

Hêjayî balkişandinê ye serdana Certer di vê demê de tê ku Amerîka hizra şandina pitir hêzên şerker li Îraqê dike.

XS
SM
MD
LG