Serokê Venezuêla Hugo Çavêz dibêje raporteka wezareta Berevanî ya Amerîka derbarê hebûna Supahê Pasdarên Îranê li welatî wî , ne rast e .
Çavêz dibêje Amerîka bi wê raportê bizavê dike hikûmeta wî bitirsîne.
Raporta Pentagonê ku di vê mehê de ji bo Kongrêsê hate hinartin, diyar dike ku hebûna Hêza Quds ya ser bi Supahê Pasdaran, li Amerîka Latîn û bi taybet li Venezuêla, zêde dibe.
Hêza Quds her wisa piştevaniya grupên çekdarên Îslamî dike, ji wan Hizbullah ya bingeh li Lubnanê.