Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu: Divê Peywendîyên ligel Amerîka Baştir Be, yan jî Birûxe


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu îro Duşemê Amerîka bi tundî rexne kir ku bi zanabûn şerê dijî DAIŞ’ê dirêj dikin da ku dawî li peywendîyên xwe bi YPG re bîne.

Çavuşoglu li Stenbolê ji nûçegîhanan re got ku hêzên Amerîkî bi zanabûn li hîn cîhan êrîş nabin ser çekdarên DAIŞ’ê ku hevkarîya bi çekdarên YPG’ê re bidomînin.

Çavuşoglu, berî hevdîtina xwe ya hevtayê xwe yê Amerîkî Rex Tillerson, got ku têkîlîyên Tirkîyê ya ligel Amerîka di qonaxa “avakirin yan hilweşînê” de ye û divê Washington “pengavên berbiçav” bavêje ku bawerîya Tirkîyê jinûve qezenc bike.

“Peywendîyên me di qonaxeke krîtîk de ye. Yan emê wan peywendîyan baştir bikin yan jî ewê bi tevahî birûxin,” Çavuşoglu hişyar kir.

XS
SM
MD
LG