Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu: Fînlandîya û Swêdê Ti Berguman Radestî Me Nekirine


Turkish Foreign Minister Mevlut Cavusoglu gestures during a joint news conference with Russian Foreign Minister Sergey Lavrov following their talks in Moscow, March 16, 2022.
Turkish Foreign Minister Mevlut Cavusoglu gestures during a joint news conference with Russian Foreign Minister Sergey Lavrov following their talks in Moscow, March 16, 2022.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku Swêd û Fînlandîya bergumanên ku ew jiber terorê lê digerin, hîn radestî wan nekirine.

Swêd û Fînlandîya piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dabûn ku bibin endamên tifaqê, lê Tirkîye jiber ambargoya çekan û piştgirîya bo komên ku Enqere wek terorîst dibîne, dijî endamtîya wan sekinîbû.

Tirkîye, Swêd û Fînlandîya meha borî ser daxwazên xwe peymanek îmza kiribû.

Enqere dîyar dike ku ew li bendê ye ku Swêd û Fînlandîya bergumanan di dema hêrî nêz de radewestî wan bikin.

Wezareta Derve ya Swêdê da zanîn ku ew dîyalogên ser lihevkirina bi Tirkîye û Fînlandîya re didomîne.

Tirkîye ji Swêdê 73 û ji Fînlandîya jî 12 bergumanan dixwaze û dibêje ku ger ew wan radest nekin ewê dîsa li hember endamtîya wan bisekine.

Di NATO de 30 endam hene û bo welatekî nû bibe endam divê hemî endam wî welatî bi yekdengî bipejirînin.

Ji 30 dewletên endam heta niha tenê 18 endamtîya Swêd û Fînlandîya pejirandiye.

XS
SM
MD
LG