Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu Dibêje Wan Biryara Dadgeha Ewrupa ya Derheqa Kavala Cîh Anî


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu di çarçevoya nîqaşên budçeya welêt ya 2022'an bersîva pirsên parlementerên opozîsyonê da.

Çavuşoglu ser biryarên Konseya Ewrupayê û Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa (ECHR) yên di derbarê karsaz Osman Kavala de jî axifî.

Wî dîyar kir ku 'dadgehên Tirk biryara Dadgeha Ewrupa ya doza Kavala, bi cîh anî û ew hat berdan. Lê, jiber ku dijî lKavala dozên din jî hene ew ji girtîgehê nehat berdan.'

"Bicîhanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan tenê bo Tirkîyê yan bo 47 welatan pêwîst e in? Ew jibo hemûyan pêwîst e. Fransa welatê ku mêvandarê Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupayê ye. Lê, ev deh sal in ku biryarên Dadgehê bicîh neanîye. Norwêc, yek ji welatên pêş yên demokrasîyê ev 2 sal in û Almanya j ev 5 sal in, pêk neanîne. “

Wî nerazîbûna xwe nîşan da ku çima Komîteya Wezîran ya Konseya Ewrupî tenê Tirkîyê armanc dike jiber ku ew bi xwe jî biryarên dadgehê bi cîh nayînin.

“ Nerazîbûna me jî hebûna cotstandardîyê ye. Tiştê ku tê kirin sîyaset e, “ Cavuşoglu got.

Ji alîyê din ve cigirê serokê CHP'ê Engîn Altay ji Wezîr Çavuşoglu îdiayên ku Balyozê Tirkîyê yê Washingtonê Hasan Murat Mercan bi pispor Henri Barkey re hevdîtin kiriye, pirsî.

Cavuşoglu dîyar kir ne balyoz Mercan lê, nûnerê CHP'ê yê Amerîkayê Yurter Ozcan bi Barkey re her dem hevdîtinan dike.

“ Min ji balyozê xwe pirsî, got ku wî hevdîtin nekiriye. Ew di tomarên Amerîka de hene, "Çavuşoglu got.

Hêjayî balkişandinê ye ku Kavala yê 64 salî îro (14'ê Berfanbarê) 1506 roj in li Girtîgeha Sîlîvriyê ya Stenbolê de, bê biryara cezakirinê, girtî ye.


XS
SM
MD
LG