Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu: Tirkîye Dixebite ku Kuştina Xaşiqcî Bîne Pêş NY


Wezîrê Derve yê Titkîyê Mevlut Çavuşoglu îro Duşemê ragihand ku Tirkîye bi hin welatên din re dixebite ku kuştina rojnamevan Cemal Xaşiqcî bîne pêş Neteweyên Yekbûyî.

Cavuşoglu ew gotinên xwe, dema serdana xwe ya Tûnisê de, di preskonferansa bi hazirbûna hevtayê xwe yê Tûnisî kirin.

Cavuşoglu herwiha bang li Erebistana Saudî kir ku encamîn vekolînên xwe bi civaka navnewtewî re parve bike.

Hêjayî bîrxisitnê ye ku Xaşiqci, herî dawî di 2’ê Cotmehê de, dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Erebîstana Saudî di destpêkê de îdiayên kuştina Xaşiqcî red kiribû, lê piştre neçar mabû ku qebûl bike ew di pevçûneke li konsulxaneyê de hatiye kuştin.

XS
SM
MD
LG