Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoğlu, pirsên rojnamevanên yên derbarê Hevserokê berê yê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) Salih Mislim bersivandin.
Mislim hevteya borî li Komara Çek hatibû desteser kirin, piştre hatibû berdan û dawîya hefteyê, li Berlînê beşdarî mîtingeke bo piştgirîya Efrînê bûbû.
Çavuşoğlu da zanîn ku ewê ser radestkirina Muslim, sibê Çarşemê bi hevtayê xwe yê Alman Sigmar Gabriel re kom bibe.
‘’Salih Muslim here kû jî em dest jê bernedin. Emê ji her welatî bi awayekî radestkirina wî bixwazin. Êdî rihetîya wî tune, em dest jê bernadin’’ Çavuşoğlu got.