Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu û Pompeo Ser Mazlum Kobanî Axifîn


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û hevtayê wî yê Tirk Mevlut Çavuşoglu bi rêka telefonê axifîn.

Jêderên nêzî Wezareta Derve ya Tirkîyê ragihandin ku Çavuşoglu û Pompeo, ser peywendîyên Enqere û Washingtonê peyivîne.

Heman jêder didin zanîn ku Çavuşoglu nerazîbûna Tirkîyê ya bo Mazlum Kobanî jî ji Pompeo re gotiye.

Serokê Amerîka Donald Trump di rojên dawî de ser Mazlum Kobanî twît nîvîsîbûn û bo wî gotibû ku ‘’Mirovekî pir baş e.’’

Hin senatorên Komarî û Demokrat bi nameyekê ji Wezareta Derve ya Amerîka xwestibûn ku karên vîza yên Mazlum Kobanî zûtir çêke.

XS
SM
MD
LG