Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoğlu Serdana Xwe ya Washingtonê Taloq Kir


Çavuşoğlu û Lavrov
Çavuşoğlu û Lavrov

Jêderên Tirk ragihand ku serdana Washingtonê ya Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoğlu hatiye taloq kirin.

Li ber bû ku Çavuşoğlu di 19’ê Adarê de biçe Washingtonê.

Çavuşoğlu, do Çarşemê li Moskowê bi hevtayê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re kom bûbû û gotibû ku jiber ku Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson dê dev ji karê xwe berde, dibe ku civîna wan were taloq kirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkîyê Hamî Aksoy dîyar kir ku serdana Washingtonê ya di 19’ê Adarê de hatiye taloq kirin.

Serokê Amerîka Donald Trump, pêr Sêşemê Rex Tillerson ji kar dûr xistibû û li şûna wî Rêberê Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA) Mike Pompeo tayîn kiribû.

XS
SM
MD
LG