Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu ser kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî axifî.
Çavuşoglu da zanîn ku hêzên ewlekarî û yên îstixbaratê alîkarîya serdozger dikin, lê termê Xaşiqcî hîn nehatiye dîtin.
‘’Ger kesên ew kuştin pêk anîne niha li Erebîstana Saudî ne, di vir de berpirsîya Erebîstana Saudî pir mezin e’’ Çavuşoglu got.
Serdozgerê Erebîstana Saudî Suud El-Muceb bo vekolîna kuştina Xaşiqcî îro Duşemê derbazî Tirkîyê bûbû.
Çavuşoglu da zanîn ku hemî cîhan hûrgilîyên kuştina Xaşiqcî meraq dike û Erebîstana Saudî û Tirkîyê divê bo eşkerekirina wan hevkarîyeke xurt bikin.
Xaşiqcî herî dawî di 2'ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.
Rîyadê berê îdiayên ser kuştina Xaşiqcî red kiribûn, lê piştre dabû zanîn ku Xaşiqcî di hindurê konsulxaneyê de hatiye kuştin.