Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Derhêner Çayan Demîrel jiber Fîlmê Bakur Tê Dad Kirin


Çayan Demîrel

Di derheqa derhênerên fîlmê Bakur, Çayan Demîrel û Ertugrul Mavioglu de, bi îdiaya propaganda rêxistina terorê, doz hat vekirin.

Demîrel û Mavîoglu, di dema pêvajoya aşitîyê de bi şervanên PKK'ê re li kampên wan hevpeyvînan kiribûn û bi navê Bakur fîlmek çêkiribûn.

Fîlm du sal berê li sînema hatibû nîşandan, lê hin festîval serlêdana fîlmê qebûl nekiribûn. Piştî du salan li ser fîlim doz hat vekirin.

Demîrel bi belgefîlma bi navê “Dersîm 38” gelek xelatan girtibû, lê di encama celteya mêjî de felc bûbû.

Doza ku piştî du salan, îro Pêncşemê li Stenbolê dê bihata dîtin, hat paşxistin. Jibo piştigirîya Demîrel, sînemavan li ber dadgehê daxuyanîyek dan.

Ji Zanîngeha Bahçeşehîrê, Profesor Zeynep Tul Akbal Sualp û endamê Sendîkaya Kedkarên Sînemayê Melih Bîçer daxuyanî xwend.

Di daxuyanî de hat balkişandin ku li Tirkîyê cara yekê ye berhemeke sînemayê, wiha bi cezayeke giran re rûbirû maye.

Daxuyanî bi bîr xist ku berhemên hunerê û afirandina wan beşek ji azadîya ramanê ye. “Dadgeha Ewrupî ya Mafên Mirovan jî dibêje ku kesên ku berhemên hunerî diafirînin, xizmeta belavbûna nêrînên demokratîk di nav civatê de dikin. Divê dewlet destê xwe dirêjî ser azadîya ramanê, berhemên hunerî neke.”

Dadgeha Bilind ya Tirkîyê jî dibêje nêrîn û ramanên ku piştgirîya tundî û çalakîyên terorîstî û nabin sedema dijmintî, nabe ji hêla dewletê ve werin sînor kirin.

Daxuyanî bi berdewamî dibêje ku Fîlmê Bakur, li ser nêrîna aşitî hatibû çêkirin û doza ku li hember derhêneran hatiye vekirin, mudaxaleya ser azadîya hunerê ye û dozên bi vî rengî dibe sedema tirsê û hunermend bi tirsê nikarin berheman biafirînin.

Hêjayî gotinê ye ku doza derhêneran dê di 8ê Sebatê de li Stenbolê were dîtin.

XS
SM
MD
LG