Piştgî ku dadgeheke Tirk, bi sedema sîxurîyê biryara girtina 2 rojnamevanên da, nerazîbûn jî berdewam dikin.
Îro Înê girseyeke mezin li pêş avahîya rojnameya Cumhuriyet kom bû û girtina edîtorê giştî yê rojnamê Can Dundar û nûnerê wê yê Enqerê Erdam Gul şermezar kir.
Heveroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag jî serdana Cumhuriyet kir û girtina rojnamevanan şermezar kir û wek darbeke mezin li ser azadîya ragihandinê nav kir.
Dadgeha Tirk biryara girtina Dundar û Erdem da, bi sedema ku wan kiryarên nepênî yên dewletê eşkere kirine.
Rojnama Cumhuriyet di raporta xwe de nivisîbû ku qamyonên Sazîya Îstixbaratî ya Netewî (MIT) çekan dişîne komên tundrê yên li Sûrîyê, lê hikûmeta Tirkîyê ew îdia bi tundî red dike.