Li gor Navendên Amerîkî yên Kontrolkirina Nexweşîyan (CDC), dê gelek sedemên din hebin ji bo bikaranîna maskan.
CDC dibêje mask parastina kesê/a ku wê bikar tîne jî dike, ne tenê kesên derdorê.
Heta berî niha, CDC digot ku mebest ji bikaranîna maskan ew e ku vîrus ji kesê/a pêketî li derdorê belav nebe.
Lê vekolîn dîyar dikine ku mask ta astekê parastina kesê/a ku maskê bikar tîne jî dabîn dike.
Profîsorê alîkar li zanîngeha Carle Illinois ya pizîşkî William Scott dibêje,” Ez bawer im berê jî nirxeke maskê hebû ji aliyê parastina kesê/a ku wê bikar tîne ve, lê tiştekî piştrastkirî nebû...Ti lêkolînên rastîn nebûn ku ev yek bê piştrastkirin.”
Ji meha Nîsanê ve, dema CDC şîret li xelkê kirin ku maskan bikar bînin, gelek gurûpên lêkelîneran kar kirin ku bibînin ew çawa dibe.
Herî dawî zanyaran taqî kir ka mask alîkariya xwedîyê/a xwe dike yan na?
Scott got, “Datayên me dîyar kir ku hin parastin heye.”