Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîka ragihand ku li welêt heta niha bi qasî 378 mîlyon vaksînên vîrusa korona hatine belavkirin û pirtir ji 316 mîlyon vaksîn hatine karanîn.
CDC da zanîn ku 176,290,249 kesan bi kêmî ve dozeke vaksînê li xwe xistiye û dîyar kir ku 148,459,003 kes jî bi temamî hatine vaksînkirin.
Ew hejmarên CDC di ser du dozên vaksînên Pfizer – BioNTech, Moderna û dozeke Johnson & Johnson hazir bûye.
Amerîka bi hejmara pêketin û mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye.
Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Amerîka pirtir ji 33,5 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 601,243 kes bi wê mirine.