Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CDC: Li Amerîka Pirtir ji 93 ji Sedê Pêketinên Dawî ji Cureya Delta Ne


Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîka roja Çarşemê ragihand ku pirtir ji 93 ji sedê pêketinên vîrusa korona yên li welêt ji cureya Delta çêbûne.

Cureya Delta li hin herêmên Amerîka bi rêjeyeke pirtir belav bûye ku li cîhên wek Kansas, Missouri, Nebraska pirtir ji 98 ji sedê pêketinan ji wê cureyê ne.

Li Dakota ya başûr û bakur, Colorado, Montana, Utah û Wyomingê pirtir ji 95 ji sedê peketinan ji cureya Delta çêbûne.

Cureya Delta di dawîya meha Gulanê de di 3 ji sedê pêketinan de hebû ku ew hejmarên dawî nîşan didin ku ew cure çawa zû belav dibe.

CDC herwiha dide zanîn ku hefteya borî pêketin li gor hefteya berî wê 64 ji sedê zêde bûye û hejmara pêketinan ya rojane ji dora 40 hezarî rabûye 66 hezarî.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Amerîka 35,323,182 kes bi vîrusa korona ketine û 614,973 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG