Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CDC: Cureya Korona ya ji Brîtanya li Seranserê Amerîka Belav Bûye


Rochelle Walensky
Rochelle Walensky

Seroka Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) Rochelle Walensky dîyar kir ku cureya vîrusa korona ya cara pêşî li Brîtanya hatibû dîtin li Amerîka bûye vîrusa herî berbelav.

Walensky da zanîn ku ew cureya ku bi navê B.1.1.7 tê zanîn li 50 eyaletên Amerîka û li Washington ya paytext jî hatiye dîtin.

Li gor agahîyên dawî cureya vîrusa korona ya berê li Afrîqaya Başûr hatibû dîtin jî li 36 eyaletan belav bûye.

Karbidestên saxlemîyê yên Amerîka dijî belavbûna cureyên vîrusa korona bang li welatîyên dikin ku di dema herî nêz de vaksînan li xwe xin.

Welensky dîyar kir ku hefteya borî li Amerîka her roj bi qasî 3 mîlyon doz vaksîn hatine karanîn û da zanîn ku li gor hefteya berî wê rêjeya karanîna vaksînan 8 ji sedê zêde bûye.

Serok Joe Biden dîyar kiribû armanca wan di 100 rojên pêşî yên seroktîyê de karanîna 200 mîlyon vaksîn e û bang li eyaletan kiribû ku heta 19’ê Nîsanê mafê vaksînê bidin hemî Amerîkîyên gihiştî.

XS
SM
MD
LG