Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CDC: Heta Niha bi Qasî 9 Mîlyon Amerîkîyan Vaksînên Korona li Xwe Dane


Navenda Kongrol û Pêşigirtina Nexweşîyan (CDC) ragihand ku heta niha bi qasî 9 mîlyon Amerîkîyan dozên pêşî yên vaksînên vîrusa korona li xwe dane.

CDC dîyar kir ku bi vî awayî ji sê paran parek vaksînên ku hikûmetê belav kirine hatine karanîn.

Li Amerîka di 14’ê Berfanbarê de kempeyna vaksînkirinê destpê kiribû.

Rêvebirîya Xwarin û Dermanan ya Federalî (FDA) bo karanîna vaksînên Pfizer-BioNTech û Moderna destûr dabû.

Ji alîyê din ve Walîyê Michiganê Gretchen Whitemer dîyar kir ku wan ji rêvebirîya Serok Donald Trump destûr xwestiye ku ew rastexwe ji Pfizer-BioNTechê 100 hezar vaksîn bikirin.

XS
SM
MD
LG