Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ragihand ku li Amerîka heta niha 228,7 mîlyon vaksîn hatine karanîn.
CDC da zanîn ku 139,978,480 kesan ji vaksînan bi kêmî ve dozek û 94,772,329 kesan jî hemî doz li xwe xistine.
Li Amerîka vaksînên Pfizer – BioNTech, Moderna û Johnson & Johnson têne karanîn.
Rêvebirîya Derman û Xwarinan (FDA) û CDC hefteya borî karanîna vaksîna Johnson & Johnson jiber îdiayên ser tîrkirina xwînê rawestandibûn.
Karbidestên CDC piştî lêkolînan dîyar kiribûn faydeyên vaksîna Johnson & Johnson ji zararên wê pirtir in û xwestibûn ku ew jinûve were karanîn.
Berpirsên saxlemîyê ferman dan karmendên saxlemîyê vaksîna Johnson & Johnson jê lêdin.