Partîya Demokratên Krîstîyan ya Almanya (CDU) îro ragihand ku ewê piştgirîya serokê xwe Armin Laschet bike ku di hilbijartina Îlonê de bibe berbijarê wê.
CDU ji Laschet xwest ku peywendîya rikeberê xwe Markus Soeder bike ku her du li ser kandîdekî li hev bikin ku di demeke pir kin de şûna Serokwezîr Angela Merkel bigire.
Soeder serokê partîya Yekîtîya Civakî ya Krîstîyan (CSU) ye ku li herma Bavyera desthilatdar e.
Laschet 60 salî ye û wek sîyasetvanekî navendî tê zanîn û li ber ew sîyaseteke nêzî xeta Merkelê bidomîne.