Ji alîyê TZP Kurdî û Kurdî-Der’ê ve bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, ji bo kedkar û lêkolînerên zimanê Kurdî resepsîyonek hat li dar xistin. Berendamên serbixwe yên Dîyarbekirê Leyla Zana, Atlan Tan, Emîne Ayna, Nursel Aydogan û gelek mêvan, jî beşdarê resepsîyonê bûn..
Sîyasetvana Kurd Leyla Zana, di derbarê girîngîya zimanê Kurdî de axaftinek kir. Leyla Zana destnîşan kir ku civak di rojên şîn û şahîyan de tên ba hev, xeyd û pevçûn di cejnan de bidawî dibin. Berendama serbixwe ya Dîyarbekirê got ew hêvî dike ku Cejna Zimanê Kurdî bibe destpêka aşitî û dilxweşîyê.
Leyla Zana balê da ser xetereyên li ser kurdî û got her diçe rewşa zimanê Kurdî xerabtir dibe. Sîyasetvana kurd bibîrxist ku bilî sazîyên fermî, 20-30 sal berê ji malan bigre heta kolanan, heta bazaran li herderî zimanê kurdî dihat axaftin, dayikan bi rêka çîrok û metelokan zimanê xwe fêrî zarokên xwe dikirin. Leyla Zana tesîrên teknolojîyê ji alîyê pişaftina ziman ve nîrxand û got “êdî zarokên Kurd ji dayikên xwe çîrokan gohdar nakin, diçin ber televîzyonan rêzefîlman temaşe dikin, înternet û telefonan bikar tînin. Ev ji alîyekî da baş e lê ji bo pêşketina zimanê kurdî xetereyeka mezin e, jiber ku zimanê tekonlojîyê bi tirkî ye. Bi rêya teknoljîyê zimanê zarokên kurd tê asîmîle kirin.” Sîyasetvana kurd bang li psiporên ziman kir ku ji bo pêşîya vê xetereyê were girtin, startejîyên nûh biafirînin. Zana weha dewam kir “ di rewşa îro da, zimanê sîyaset, medya û kolanan vegerîyaye Tirkî. Divê tevekî mamoste, ji bo zarokên kurd, perwerdehîya zimanê dayikê, weke îbadetek bibînin. Ger hişyarîyek nebe dê zarokên kurd bi rêya tekonoljîyê zimanê xwe wunda bikin”.
Leyla Zana di dawîya axaftina xwe da dîyar kir ku pirsgirêka zimanê Kurdî ya hebûn û tunebûnê ye. Zana weha dewam kir “ her çiqas şarevanî, yê sazî û dezgehên me hebin jî, ger em ne hakimê zimanê xwe bin, em ne xwedîyê tu tiştekî ne. Ziman weke gula heft reng e, ger lê binêrî ew dê geş bibe, xweş bîhn bide, ger goh nedîyê ewê biçilmise û bimire.”
Bajarvanê Dîyarbekiirê Osman Baydeîr jî da zanîn ku ewê di nav salekîda dê yekemîn hêlîna zarokan ya ku bi zaravayên kurmancî-zazakî perwerde dide, vebikin.
Serokê Kurdî-Der’ê Burhan Zoroglû jî di derbarê rojê da axaftinek kir. Zorooglu di axaftina xwe da dîyar kir ku çawa roja Newrozê ji bo kurdan pîroz e, Cejna Zimanê Kurdî jî ji bo kurdan rojeka bi rûmet e. Burhan Zoroglû destnîşan kir ku ziman ji bo peywendîya navbeyna mirovan û ji bo têgiştin û fêmkirinê ye. Serokê Kurdî-Der’ê got “ lê hêzên serdest, ziman weke amûreka pişaftinê bikar tînin.” Burhan Zoroglû da zanîn ku îro li ser ruyê cîhanê 6800 ziman hene lê di nav wan de 417 heb bi ber wundabûnê va diçin. Zorooglu got “ herçiqas kurdî ne di nav vê kategorîyêda be jî, divê pêşî lê were girtin da ku nekeve rewşa wundabûnê.”
Serokê Kurdî-Der’ê di derbarê pîvanên Unesco’yê da hin pêzanînan da û got “ li gorî Unesco’yê ger zimanek were axaftin, ew wunda nabe; ger di civakekî da nîvê zarokan bi zimanê xwe neaxivin, ew ziman di ber xetereyê da ye; ger dê û bav di navxwe da bi zaimanê xwe biaxivin û bi zarokên xwe re bi zimanê xwe neaxivin, ew ziman jî di ber xetereyê da ye.” Burhan Zorooglû dîyar kir ku hişmendîya ziman girîng e lê parastin û bikaranîna wê zêdetir girîng e.
Ji bo ku di ber zimanê kurdî da xizmet kirine Şaredarê Cizîrê Aydin Budak, Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş, Sendîkaya Perwerdehîyê û serokê wî yê berî Hayrettîn Altin û xwedîyê Firpşgeha Heftreng Emrullah Zumrud bi plaket hatin xelatkirin.
Hêjayê gotinêye ku Kurdî-Der, bi boneya Cejna Zimanê Kurdî wê li Dîyarbekirê, di navbera 13-22 Gulanê de dê gelek çalakiyan li dar bixe. Di çarçoveya pîrozbahîyan de :
- Di 15’ê Gulanê de ji ber Mêvanxaneya Şaredarîyê heta Sumerparkê meşeke girseyî wê were lidarxistin. Piştî meşê dê zarok bernameyên rengîn lidar bixin.
- Qertên Cejna Zimên a 15’ê Gulanê wê ji sedan zarokên ku bi qanûna Tekoşîna li Hemberê Terorê da (TMK) hatine girtin were şandin.
- Di navbera 17- 22’ê Gulanê de wê derbarê girîngiya zimanê datikê da panel werin lidarxistin û semîner dê werin dayîn.
Hêjayê bibîrxistinêye ku 15 Gulanê, salvegera kovara Kurdî ya bi navê Hawarê ku di sala 1932’yan de, ji alîyê Celadet Elî Bedirxan ve hatîye derxistin. Ji 2006’an û vir de, ev roj, wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.