Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komara Çek Hêzên Leşkerî Dişîne Ser Sînorê Polonya û Belarûsê


Dîmenek ji sînorê Polonya - Belarus
Dîmenek ji sînorê Polonya - Belarus

Hikûmeta Komara Çek îro Çarşemê biryar da ku 150 hêzên leşkerîya xwe bişîne ser sînorê Polonya û Belarûsê, da ku alîkarîya Polonya bike ku pêla koçberên ku dixwazin ji Belarûsê têkevin nava axa Ewrupa, rawestîne.

Wezîrê Berevanîyê yê Komara Çek Lubomir Metnar di presskonferanseke de ser biryarê axifî.

"Polonyayê bo avakirin û tamîrkirina bendên sînor daxwaza yekîneyên endezyarîyê kir. Hevdem, bo çavdêrîya şev û roj ya sînorê bi Belarusê jî yekînîyên leşkerî daxwaz kir," Metnar got.

Her wiha, wî destnîşan kir ku di nava hêzên wan de yekîneyeke dronan jî hebe.

Pewîste ku biryara hikûmetê ya şandina leşkeran li parlementoya Komara Çek were pejirand.

Wezîr Lubomir Metnar ragihand ku ew çaverê dikin ku parlemento biryarê hefteya pêş bipejirîne û hefteyeke piştî pejirandinê ew leşkaran veguhestinê Polonyayê bikin.

Metnar da zanîn ku ewê leşkerên wan rasterast bi koçberên ku hewl didin sînor derbaz bikin re, nekevin têkilîyê.

Bi vê biryarê Komara Çek, piştî endamên NATO'yê Estonya û Brîtanya, ewê bibe welatê sêyê ku karmendan dişîne ser sînorê Polonya û Belarûsê.

Komara Çek endamê Koma Visegrad ya welatên Ewrupaya navendî ye, ku Polonya, Slovakya û Macarîstan jî endam in. Kom di derbarê koçberîyê de xwedîyê helwesteke tund e.

Serokwezîrê ku dema wî diqede Andrej Babis soz dabû ku dê koçberan li derveyî kampanyaya xwe ya hilbijartinan bihêle, lê koalîsyona nû ya hikûmeta nû ya ku tê, bo alîkariya Polonyayê piştgirîya şandina leşkeran dike.

Hejmara hewildanên derbazbûna Polonyayê ya koçberên ku ji ser Belarusê re ji Rojhilata Navîn yan Afrîkayê tên, di van rojên dawî de kêm bûye.

Parastina Sînor a Polonya roja Sêşemê 51 hewildan ragihand ku ev li gor hewldanên di nîvê Mijdarê de rojane qasî 501 kesan dihat tomar kirin, gelek kêm e.

Lê, alozî berdewam dike, Polonya bo derbazbûna koçberan ji sînor û provokekirina leşkerên Polonyayî sazîyên ewlekarî yên Belarûsê, tawanbar dike.

Minsk van îdayana red dike.

Hevdem, Belarûs sûcdarîyên Yekîtîya Ewrupa (YE) jî red dike ku wê krîza koçberan bi zanebûn ava kiriye, bo tolhildana toleyên welatên rojavayî yên ku jiber binpêkirina mafên mirovan hatine ragihandin.


XS
SM
MD
LG